HTŞ’ê di sînora Libnanê de sewqiyatan zêde kir
SOHRˊê daxuyand ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê hêzên xwe li ser sînorê bi Lubnanê re gelek leşkerî xwe, çek û wesayîtên giran li gundewarê Humsê û deverên din bi cih kirine.
SOHRˊê daxuyand ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê hêzên xwe li ser sînorê bi Lubnanê re gelek leşkerî xwe, çek û wesayîtên giran li gundewarê Humsê û deverên din bi cih kirine.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku hêzên û tevgerên leşkerî yên hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li seranserî sînorê bi ser Lubnanê re, weke deverên li gundewarê rojavayê Humsê, gundewarê Şamê, Tertûsê zêde kirine.
SOHRˊê diyar kir ku sewqiyetên leşkerî li gundên sînorî yên herêma Qisêr, Tilkelex, Sehid Zebedanî û Cerûd Qelemon bûn. li nêzî sînorê bakurê Lubnanê li herêma Ekar jî çalakiyek leşkerî hat şopandin.
SOHRˊê destnîşan kir ku çekên giran û wesayîtên leşkerî ji gundewarê rojhilatê Helebê ber bi nuqteyên sînorî yên li gundewarê Humsê ve hatin veguhastin. Ev gav xurtkirina hebûna leşkerî ya Sûriyeyê li seranserî sînorê bi Lubnanê re nîşan dide.